Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo têkoşîna li dijî taciza li zarokên li Dêra Katolîkan, li Vatîkanê civîneka bi navê "Parastina Zarokên Dêrê" hatiye pêkanîn.
Di dawiya kombûnê de, Pope Francesco li ser taciza li zarokan diyar kir ku ew dişibe baweriya qurbankirina zarokan ya paganan.
"Vê yekê anî bîra min ku di hin çandan de ji berê hin kiriyarên bêwijdananne hebûn. Herweha di îbadetên paganan de (nemaze zarok) dihatin qurbankirin.
Ji aliyê din ve, kesên ku taciza cinsî li wan hatiye kirin û alîgirên wan diyar kirine ku papa dîsa gotinên xwe yên berê dubare kirine. Di kiriyarê de dîsa tiştek nîne.
Bishop Accountability navendek e ku cihê wê li Amerîkayê ye. Wê navendê diyar kiriye ku axiftina papayî hêvî şikandine.
"Pirsgirêka gerdûnî"
Francescoyê papa gotiye:
“Kêşeya tacizkirina zarokan kêşeyeka gerdûnî ye. Bi milyonan zarok têne tacizkirin.”
Papayî behsa daneyên Neteweyên Yekbûyî jî kiriye û diyar kiriye “piraniya kêşeyê di nava malbatan de ye.
“Dêr ji bo wan kesan(tacizkaran) teslîmî edaletê bike çi pêwîst be dê bike.”
(AO/MB)
Çavkanî: BBC Turkçe, EuroNews