Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daneyên Adara 2018ê yên ku Fona Alîkariya Bi Zarokan a Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) aşkere kiriye li cîhanê her sal 12 milyon zarokên keç tên zewicandin. Îro li cîhanê 650 jin û zarokên keç ên di dema zaroktiyê de hatine zewicandin hene.
Herî zêde li Afrîkayê zarokên keç têne zewicandin. Li Başûrê Çola Sehrayê ya Afrîkayê ji sedî 38ê zarokên keç tên zewicandin. Ji sedî 76ê zarokên keç ên li Nîjeryayê û ji sedî 68ê zarokên keç ên Komara Afrîkaya Navîn, ji sedî 67ê zarokên keç ên Çadê tên zewicandin.
Li gorî daneyên sala 2013ê, li Tirkiyeyê ji sedî 15ê zarokên keç beriya 18 saliya xwe, ji sedî 1ê zarokên keç jî beriya 15 saliya xwe tên zewicandin.
UNICEFê diyar kiriye ku dema zarok di temenê biçûk de tên zewicandin di tevahiya jiyana wan de pirsgirêk derdikevin. Zarokên ku beriya 18 saliya xwe tên zewicandin, ji yên nayên zewicandin bêhtir ihtimal heye dest ji dibistanê berdin û di hemû jiyana xwe de rastî tundkariya di nava malê de bibin.
Dikarin pêşiyê lê bigirin
Li gorî UNICEFê di deh saliyên borî de nêzîkî 25 milyon zarok, ji zewacê hatine rizgarkirin. Bi vê têkoşînê re, li Afrîkaya Başûr di deh saliyên borî de zewaca zarokên keç ji sedî 49ê daketiye ji sedî 30î. Heke ku têkoşîn berdewam neke, di sala 2030ê de 150 milyon zarokên keç wê beriya 18 saliya xwe bên zewicandin. (EO/AO/FD)
* Werger: Ege Oztokat