Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag di çarçoveya lêpirsîna ku bi tohmeta "Heqaret li Serokomar kiriye" û "Kîn û dijminahî xistiye nava gel" de şandin edliyeyê. Dosyaya wî radestî 'dozgeriya terorê' kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag bi tohmeta ku “Heqaret li Serokomar kiriye” hatibû desteserkirin. Ozdag duh bi daxwaza girtinê ji bo dadgehê hat şandin. Dadgehê bi tohmeta ku “kîn û dijminahiyê xistiye nava gel” biryara girtina Ozdag da.
Umît Ozdag di 19ê Kanûna Paşiya 2025an de di civîna şêwrê de ya bi serokên bajaran yên partiya xwe re têkildarî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan axivî bû. Ji ber gotinên Ozdag bi tohmeta ku “Heqaret li Serokomar kiriye” derbarê wî de lêpirsîn hatibû dest pê kirin.
Ozdag duh êvarê dema li Enqereyê li restorantê xwarin dixwar hat desteserkirin. Ekîbên polîsan Ozdag duh anîn Stenbolê. Piştî karên wî yên îfadeyê yên Emniyetê bi dawî bûn, şandin Edliyeya Stenbolê.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê lêpirsîna ku derbarê Ozdag de bi tohmeta ku "Kîn û dijminahî xistiye nava gel" hatibû destpêkirin berfireh kir.
Derbarê hûrgiliyên lêpirsînê de heta niha raya giştî nehatiye agahdarkirin.
Çolak: Ji bo lêpirsînê biryara nepenîtiyê hat girtin
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Alî Dinçer Çolak di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got: “Dosyaya Serokê me yê Giştî Umît Ozdag radestî 'dozgeriya terorê' hat kirin. “Ji bo lêpirsînê biryara nepenîtiyê hat girtin.