Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementera Amedê ya HDPê Feleknaz Ûca derbarê Parlementera Amedê Nûrsel Aydogan de ku 4 sal û 8 meh ceza jê re hatiye dayîn de pirsname da meclisê.
Di wê pirsnameyê de derbarê dadkirina Nûrsel Aydogan û rewşa wê ya di girtîgehê de pirs hat kirin ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bibersîvîne.
“Girtîna wan ne li gorî makeqanûnê ye”
Ûca di pirsnameya xwe de bal kişand ser qanûna 83. ku li gorî wê parlementer nayên dadgirin û kes nikare wan binçav bike û got:
“Bi qanûna ku bi demkî tevli makeqanûnê kirin ve ewil parêzbendiya hevserok û parlementerên partiya me hate rakirin. Piştre her du hevserokên giştî, cîgirên koma partiyê û gelek parlementerên HDPê hatin girtin.”
“103 sal cezayê girtinê tê xwestin”
Feleknaz Ûca derbarê doza Nûrsel Aydogan de van agahiyan da:
“Serdozgeriya Şirnexê derbarê Nûrsel Aydogan de lêpirsîn dabû destpêkirin û piştre dosyeyê şandibû Amedê. Bi hinceta daxuyanîdayînên ji çapemeniyê re yên di 2011an de û merasîmên cenazeyan ku beşdar bûye vê derbarê Aydogan de gelek doz hatin vekirin.
“Di 13ê Çileya 2017an de li 2. Dadgeha Cezayê Giran rûniştina biryardayînê ya yek ji wan dozan hat kirin. Aydogan ji Girtîgeha Silivriyê bi SESGISê beşdarê rûniştina dozê bû û derbarê wê de 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê girtinê hat dayîn.
“Di dosyeya ku jê ceza li Nûrsel Aydogan hatiye dayîn de beriya niha gelek kesên din jî tê de dihatin dadkirin. Lêbelê piştre dosye ji hev hat cudakirin û derbarê wan kesên din de biryara beraetê hat dayîn.
“Her wiha di îdianameya ku Serdozgeriya Şirnexê amadekiriye de jî derbarê Nûrsel Aydogan de 103 sal ceza ceza tê xwestin.”
“Çima pirtûkdayîna jê re hatiye qedexekirin?”
‘Ûca diyar kir ku Aydogan beşdarê rûniştinên li meclisê yên derbarê guhertina makeqanûnê de nebûye û ev maf ji destê wê hatiye hilanîn van pirsan li Wezîrê Dadê Bekir Bozdag kir:
*Dozgerê Xwediyê Payeya Taybet Ahmet Karaca ku îdianeya derbarê Aydogan de amadekiriye, niha ji FETOyê hatiye girtin. Gelo agahiya we ji vê yekê heye?
*Dadwerekê jin ku di heyeta dadgehê de ye, gotiye divê dosye bi esasê xwe ve were lêkolînkirin ku hin çalakiyên nayên zanîn ka sûc e an ne û divê biryara beraetê were dayîn. Gelo çima heyeta dadgehê vê yekê wiga nenirxandiye?
*Dosyeya ku Aydogan jê hatiye girtin li Amedê ye. Gelo çima ew sewqî Girtîgeha Silivriyê (Stenbol) hatiye kirin.
*Aydogan çima 2 meh in çima bi tena serê xwe di hucreyê de tê girtin?
*Aydogan hêjî parlementer e û mafê wê heye ku beşdarê dengdanan bibe. Lêbelê hatiye qedexekirin ku kes nikare ji derve jê re pirtûk bişîne. Sedema vê yekê çiye?
(AS/YO)