Twîtterê, hesabê ku daxuyaniyên Trump diweşand jî asteng kiriye

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 6ê Kanûna Paşiyê de li Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) piştî serdegirtina Kongreyê dezgeyên weşanê yên weke Facbook, İnstagram û Twîtterê hesabên Donald Trump daxistibûn. Twîtterê niha jî hesabê ku daxuyaniyên wî diweşand asteng kiriye.
Hesabê ku daxuyaniyên Trûmp diweşand ê bi navê "DonaldJTrump/Desk (Maseya Trump) ku Trump nû ava kiriye, ji aliyê Twîtterê ve hatiye astengkirin.
Rayedarekî Twîtterê derbarê mijarê de bi çapemeniya DYAyê re axiviye û gotiye, "Ji ber polîtîkaya me ya qedexekirinê, di heman demê de li şûna hesabekî ku berê hatiye girtin, li ser hesabên ku post e yan jî hatine vekirin, em gavên pêwîst diavêjin."
Jason Mîller, yek jê şêwirmendê Trump e diyar kiriye ku hesabê hatiye girtin tu eleqeya wî bi Trump re nîne.
(HA/AY)