RAPORA RÊXISTINA EFÛYÊ
Twitter li dijî tundkarî û istismarê zêde tedbîran nastîne

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Efûyê di encama bûyerên li welatên weke Arjantîn, Hindistan, Mîrektiya Yekgirtî û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê pêk hatine de rapor amade kiriye. Rêxistinê diyar kiriye ku “Sûîstimalên biisrar ên li ser platformê dibe asteng ku jin bi awayekî adil, azad û bêtirs xwe li ser platformê îfade bikin.”
“Bandorê li ser jinan dike”
Rêxistina Efûyê destnîşan kiriye ku ev sûîstimal “interseksiyonel in” û wiha dewam kiriye: “Bandorê li ser jinên kêmarên etnîk û olî û kastên hatine marjînalkirin, lezbiyen, biseksuel an jî transeksuel, kesên zayenda wan non-binary ne û jinên kêmend dike.”
Rêxistinê her weha pêşniyarên berbiçav li Twitterê kiriye da ku berpirsiyariyên xwe yên ji bo mafên mirovan pêk bîne.
Twitterê bersiv daye
Twitterê rapor qebûl kiriye û diyar kiriye ku divê tiştên zêdetir bikin. (EMK/FD)