Şêwirmendê Çapemeniyê yê Turkish Airlinesê Yahya Ustunî ragihandiye ku wan seferên xwe yên jı bo Pekîn, Guangzhou, Şangay û Xian ên bajarên Çînê heta 9ê sibatê rawestandine.
Ustunî di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
"Bi mebesta nirxandina rewşa ji ber vîrusa coronayê û pêşhatên dawîn digel otorîteyên neteweyî û navneteweyî; em seferên xwe yên bo Pekîn, Guangzhou, Şangay û Xian a bajarên Çînê heta 9ê sibatê radiwestînin. Em ê di veguhastina pêşhatan de berdewam bin."
(MB)
*Çavkanî: Ajansa Anadoluyê