Li bajarê Colemêrgê ku 6 meh berf li erdê dimîne turîstên ji Îran û Iraqê tên Navenda Şiqitandinê ya Mêrga Botan û kêfa xweşiqitandinê dikin.
Li cihên bilind stûrîya berfê heta 3 mêtroyan zêde dibe.
Ji ber ku dibistan tetîl in turîst û welatî tên navendê, xwe dişiqitînin, mangalê çêdikin û bi semaweran va çayê vedixwin.
"Ji bo ku em xizmeteke baş bidin mirovan em hewleke mezin didin"
Midûrê Werziş û Ciwaniyê Emîn Yildirim ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand zivistanê di nav cihên herî xweş ên mirov lê wext derbas bikin da ya ewil navenda şiqitandinê ye.
Yildirimî got di demên dawîn da hejmara kesên tên navendê zêde dibin û wiha dewam kir:
"Ji bilî bajarên herêmê ji Iraq û Îranê jî kesên şiqitandinê hez dikin tên navenda me. Berf zû barî û berfeke baş e, ev ji bo me avantaj e.
Ev qerebalixa li vir me şa dike. Ji bo ku em xizmeteke baş bidin mirovan em hewleke mezin didin. Kesên tên vir jî kêfxweş in."
Yildirim anî ziman otêleke 5 stêrk wê bê çêkirin, di 1ê adarê da jî ewê mihrîcanekê li dar bixin.
Şehiyan Lutfiyê ji Iraqê hatiye jî got ew bi malbat û eqrebayên xwe va hatine navendê, li vir wextê wan xweş derbas dibe û ew pêşniyazê her kesî dikin ku bila ew jî bên.
Îlyas Çogaç jî anî ziman ew qerebalixa bajêr derdikeve tê li vir û li navendê wextê xwe xweş derbas dike.
(MB)
*Çavkanî: Turkan Tosun/Ajansa Anadoluyê