TUÎKê hejmara bêkaran eşkere kirîye
Sala 2019an li gorî sala derbas bûyî zêdetir bêkar hewandîye û hejmara bêkaran di 2019an da gihîştiye 4 mîlyon û 469 kesan.

Sazîya Îstatîkan a Tirkîyeyê (TUÎK) hejmara kesên bêkar eşkere kirîye.
Li gorî daneyên TUÎKê bi zêdebûna 932 hezar bêkaran sala 2019an li gorî sala derbas bûyî zêdetir bêkar hewandîye û hejmara bêkaran di 2019an da gihîştiye 4 mîlyon û 469 kesan.
TUÎKê “Îstatîstîkên Hêza Kar” ên sala 2019an aşkere kirîye û li gor îstatîstîkan li tevahiya Tirkiyeyê, kesên temenê wan 15 salî û jê mezintir di sala 2019an da herî zêde bêkar mane.
Herweha rêjeya bêkaran 2,7 zêde bûye û gihîştiye 13,7 pûanan. Ev jî dide xûyakirin ku ji sedî 16 hejmara kesên bêkar zêde bûye. (AY/FD)
* Çavkanî: Ajansa Mezopotamya
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.