TUIK: Rêjeya enflasyona salane ji sedî 38,21 e
Li gorî daneyên TUIKê enflasyona mehane di Hezîranê de ji sedî 3,92 e û ya salane jî ji sedî 38,21 e.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) daneyên enflasyona meha Hezîranê aşkere kiriye.
Li gorî daneyên TUIKê enflasyona mehane di Hezîranê de ji sedî 3,92 e û ya salane jî ji sedî 38,21 e.
Li gorî ENAGê ji sedî 108,58 e
Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) ku ji akademîsyen û aborînasan pêk tê, daneyên enflasyona meha Hezîranê eşkere kiribû.
Li gorî daneyên ENAGê enflasyona mehane ji sedî 8,54 û ya salane jî ji sedî 108,58 e.
Her weha rêjeya enflasyona qonaxa Kanûna Paşiyê-Hezîranê jî weke ji sedî 50.53 hatiye hesabkirin. (VC/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.