Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê(TUÎK) aşkere kir ku rêjeya bêkariyê ya sînordar ji sedî 8,5 e û ya berfirehkirî jî 28,2 e.
Li gorî TUÎKê hejmara bêkarên 15 salî û mezintir di Kanûna Pêşiyê de li gor meha borî 39 hezar kêm bûye û derket 3 milyon û 26 hezar kesî.
Her wiha rêjeya bêkariyê 0,1 puan kêm bû û derket ji sedî 8,5an. Rêjeya bêkariyê ya mêran ji sedî 6,9 e û ya jinan jî weke ji sedî 11,4 hat pêşbînîkirin.
Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin di Kanûna Pêşiyê de li gorî meha borî 54 hezar kes kêm bûye û weke 32 milyon û 718 hezar kes hat pîvandin.
Rêjeya îstihdamê jî 0,1 puan kêm bû û bû ji sedî 49,5. Ev rêje ji bo mêran ji sedî 66,9 û ji bo jinan jî ji sedî 32,4 e.
Rêjeya bêkariyê ya di nav ciwanên di navbera 15-24 salî de li gorî meha borî 0,5 puan zêde bû û derket ji sedî 16,3an Rêjeya bêkariyê di vê koma temenî de; Ji bo mêran ji sedî 13,1 û ji bo jinan jî ji sedî 22,1 e.
Her weha li gorî daneyên TUÎKê hejmara bêkaran ya berfirehkirî 11,5 mîlyon e.
(HA/AY)