Fotograf: Evren Demîrdaş- Tamer Yavûz / Sozcu
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li gorî daneyên ku Sazîya Îstatîkan a Tirkîyeyê(TUÎK) belav kiriye, rêjeya bêkariyê di meha Hezîranê de li gorî meha pêş bi kêmbûna 2,5 pûanan ve ji sedî 10,6 kêm bûye. Di qonaxa navborî de hejmara bêkaran bûye 3 mîlyon û 399 hezar.
Rêjeya karkirinê jî mehane bi kêmbûna 0,5 pûanan bû ji sedî 50,2. Di meha Hezîranê de hejmara kesên ku kar dikin 222 hezar kêm bûye û gîhaştiye 31 mîlyon û 984 kesan.
di meha Hezîranê de hejmara kesên ku hatine îstihdamkirin mehane bi zêdebûna 602 hezar kesî ve bûye 28 mîlyon û 586 hezar kes, rêjeya îstihdamê jî bi zêdebûna 0,9 pûanan bûye ji sedî 44,9.
Rêjeya bêkariya jinan li gorî meha pêş bi kêmbûna 1,2 pûanan ve bûye ji sedî 14,1.
Rêjeya îstihdamê jî bi zêdebûna 0,7 pûanan bûye ji sedî 27,3.
Rêjeya karkirinê jî bi zêdebûna 0,3 pûanan bûye ji sedî 31,7.
(HA/AY)