TUÎK: 3 milyon û 156 hezar kes bêkar in
Li gorî daneyên TUÎKê yên di çaryeka yekem a salê de bêkarî ji bo mêran ji sedî 7,3 û ji bo jinan jî ji sedî 11,7 hate tomarkirin.

Saziya Îstatîstikan ya Tirkiyeyê (TUÎK) têkildarî çaryeka duyem a salê daneyên hêza kar ên fermî aşkare kirin.
Li gorî daneyên TUIKê hejmara bêkarên ku temenên 15 salî û berjortirin 23 hezar kes di çaryeka duyemîn a salê de li gorî daneyên beriya niha zêde bûn û gihaşt 3 mîlyon 156 hezar kesî.
Bêkarî ji bo mêran ji sedî 7,3 û ji bo jinan jî ji sedî 11,7 hate tomarkirin.
Di nifûsa ciwanan de ku koma temenên wan di navbera 15-24an de ye, rêjeya bêkariyê li gorî çaryeka bihurî bi zêdebûna 0,4 pûanî re bûye sedî 16,3.
Rêjeya bêkariyê ya di vê koma temenî de; Ji bo mêran ji sedî 13,7 û ji bo jinan jî ji sedî 21,5 hat texmînkirin.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.