TSKyê topên hawanê avêt Efrînê
Serfermandariya Artêşê aşkere kir ku li Sûriyê ji herêma Ezazê ya di bin kontrola PYDyê de ye, gule bera leşkerên Tirkiyê û yên Artêşa Azad dane ku di Operasyona Mertalê Firatê de xwedî wezîfe ne û wan jî li hemberî guleyan bi topên hawanê bersiv dane.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serfermandariya Artêşê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku topên hawanê avêtine herêma Ezazê ya li Sûriyê.
Li gorî daxuyaniya Serfermandariya Artêşê, duh bi şev li hemberî avêtina guleyên Doçkayê Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) bi topên hawanê bersiv dane.
Herêma Efrînê/Ezazê di bin kontrola PYD/YPGyê de ye.
Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) aşkere kir ku ji ber guleberdana ji Ezazê ti kes birîndar nebûne û ti zirar çênebûye. (YY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.