Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Snoop Doggî ji bo strana Levenderê klîbek çêkir. Di klîbê de palyaçoyek xwe wek serokê Amerîkayê Donald Trumpî nîşan dide. Demanceyek li wî tê rastkirin û li şûna teqîna gulleyê nivîsa “bang” ji demanceyê derdikeve.
Di klîbê de ew kesê ketî di rola Trumpî de esrarê dikêşe.
Li ser vê bûyerê Trumpî li ser Twîtterê nivîsî:
“Snoop Doggê ku karîyera wî dikeve xwarê, gelo tu dikarî bînî ber çavên xwe ku te demance li Serokê Obama rast bikiriya dê çawa çêbûya? Dema çûna di girtîgehê de ye!
Can you imagine what the outcry would be if @SnoopDogg, failing career and all, had aimed and fired the gun at President Obama? Jail time!
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) March 15, 2017
Parêzerê Trumpî, Michael Cohenî li ser Twîtterê ji bo Snoop Doggî gotiye "xwelîser."
Shame on you @SnoopDogg. Instead of promoting #hate and #violence against #potus45, why not join @NDCTrump & Amer-I-Can? You can be better! pic.twitter.com/kRYLhMqaCc
— Michael Cohen (@MichaelCohen212) March 14, 2017
Snoop Doggî jî gotiye:
“Gelek kes hene ku difikirin min albûmeka baş çêkiriye. Lê ti kes lê nafikirin ev palyaço bûye serok û bi vê yekê çi li benda me ye.”
(EKN/MB)