*Foto: CNN International
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê DYAyê Donald Trump û Senatorê Komarparêz Lindsey Graham li ser vekişandina hêzên DYAyê yên li Sûrîyê hevdîtinek li dar xistine.
Piştî hevdîtinê Grahamî civîneke çapemeniyê çêkiriye û dîyar kiriye ku wî di civînê de bi bîr xistiye ku vekişandina leşkerên Amerîkî dê bo ewlekarîya neteweyî metirsîyê çêke û ji Trump xwestiye ku bo vekişandinê nelezîne.
Senatorê Komarparêz daye zanîn ku ew di civînê li ser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî axifîne û dîyar kiriye ku Trump naxwaze ku di navbera hêzên Kurdan û Tirkîyê de şer çêbe.
Grahamî gotiye, ‘’Dema kes tunebû kurd alîgirê me bûn û Serok jî dizane ew niha di çi rewşê de ne. Trump dê bi Tirkîyê re bi biaxife û dê temînata herêmeke ewle bide wan’’.
Grahamî dîyar kiriye ku ew nawazin di navbera kurdan û tirkan de cengek çêbe û da zanîn ku ger tiştekî wisa biqewime ew ê ‘’têkoşîna dijî Dewleta Îslamî sist bibe û ew ê ji bo Îranê jî bibe fersendek.’’
Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihandiye ku fermandarên DYAyî yên li Sûrîyê naxwazin ku çekên Amerîkî yên di destên şervanên YPGê de bi şûn de werin sitandin. (PT/FD)