Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Donald Trump, Serokê DYAyê, li Koşka Spî di civîna lijneya wezîran de derbarê biryara paşvekişîna hêzên DYAyê ji Sûriyeyê de axivî ye.
Donald Trumpî diyar kiriye ku wan ji bo vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê 4 meh destnîşan nekirine û vekişandina wan dê bi demê re bibe:
"Min derbarê paşvekişînê de tiştekî wekî hêdî yan jî lez negot. Hin kes dibêjin min gotiye ku wê di 4 mehan de vekişin. Min wisa negotiye. Em ê demeke diyarkirî ji Sûriyê vekişin. Em ji Sûriyê derbikevin jî em dixwazin kurdan biparêzin.”
"Hinek petrola kurdan heye wê jî difiroşin Îranê"
Trumpî derbarê piştgiriya ku DYA dide kurdan de wiha axivî ye: “Hinek aliyên wek Tirkiyeyê hez ji kurdan nakin. Hinek alî jî berevajoyê wan in. Hinek petrola wan heye lê wê jî difiroşin Îranê. Me ji wan xwest ku nefroşin. Kurdên hevkarê me petrolê difroşin Îranê. Em qet vê yekê guncav nabînin. Di heman demê de dema em bi wan re ne jî gelekî baş şer dikin. Hûn dizanin dema ku me ji wan re 30 F-18 şandin li gor dema ku me neşand baştir şer kirin û me dît ku çi bû. Dîsa jî em dixwazin ku kurdan biparêzin lê ez naxwazim ku heta hetayê li Sûriyeyê bimînim. Ew der qum û mirin e." (HK/FD)