Trump: Divê em dest ji pêşbirka roxandina desthialtan berdin û zora DAIŞê bibin
Donald Trumpê ku dê di 20ê Kanûna Paşiyê de wek serokê Amerîkayê dest bi karî bike got: “ Divê em dest ji pêşbirka roxandina desthilatan berdim ku em di heqê wan de ti tiştan nizanin.”

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Donald Trumpê ku dê di 20ê Kanûna Paşiyê de wek serokê Amerîkayê dest bi karî bike got: “ Divê em dest ji pêşbirka roxandina desthilatan berdim ku em di heqê wan de ti tiştan nizanin.”
Trump ji bo spasdariyê li dewletên Amerîkayê digere.
Di gera xwe ya li Bakurê Carolinayê de Trump axiviye û gotiye divê şerê digel desthilatan neyê kirin û bal li ser têkoşîna li dijî terorê be.
“Her kesên ku ev armancên wan [ên dijayetiya terorê] heyîn dê şirîkên Amerîkayê bin.
“Em dixwazin dostaniyên xwe yên berê bi hêz bikin û dostaniyên nû çêbikin.
“Em dixwazin bi dersa me ji dîrokê standî, bihêztir bibin.” (YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.