Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Beriya niha bi du salan bû, rojên ku dibistan tune bû ez li şîrketekê weke şêwekar dixebitîm. Ez zû ji kar derketim, ne şaş bim, saet li derdora 5an bû. Li rawestgeha Merter Tekstil Kentê ez li tramvayê siwar bûm. Ji ber ku hîna ne saeta jikarderketinê bû zêde kes li rawestgeh û tramvay tune bû. Li aliyê çepê li nêzîkî korîdorê rûniştim.
Piştî min du sê deqîqeyan li derdora xwe temaşe kir, pirtûka xwe ya ji çenteyê xwe derxist ku êdî li ber qedandinê bûm. Min dest bi xwendinê kir. Li rawestgeha Zeytînbûrnûyê gelek kes li tramvayê siwar bûn. Hêdî hêdî cihên vala tijî bûbûn. Paşê jî weke her gavê ber derê jî tijî bûbû.
Bi pirsa “Em çawa dikarin biçin Uskuradê?” re bêhemdê xwe min serê xwe ji ber xwe rakir. Du xortên 20-21 salî, yên gir ji kalekî dipirsîn. Mêrik ji yê bejnkurt re rêya ku wê pê de biçin digot. Di vê esnayê de ji ber ku pişta wan li min bû, min dît ku di bêrîkên wan ên paşiyê de kêr hene.
Dîmenê bala min kişandibû, lê min paşê got ku dev jê ber de û min dîsa pirtûka xwe xwend. Piştî demekê, bi gotina “Tu nahêlî ez bibînim” min careke din serê xwe bilind kir. Ji ber ku bi dengekî bilind hatibû gotin. Ew xortê ku kalî jê re rêya çûna Uskudarê nîşan dabû dema ev rê ji hevalê xwe yê din re digot, ev gotin kiribû.
Dema ev gotin ji devî wî derdiket li 3 keçan dinêrî. Ji ber qerebalixê min nedîtibû ku kengî siwar bûne lê li gorî texmîna min li rawestgeha Zeytînbûrnûyê siwar bûbûn. Li ser gotina xortî, hevalê wî jî berê xwe da keçikan. Bi wan nêrînan li keçikan dinêrîn ku weke pisîka li ser rê rastî çûkê hatibû. Him ji ber peyva wî xortî û him jî ji ber nêrînên bênavber tirsek ketibû nav dilê keçan.
Min pirtûka xwe girt û li her du xortan temaşe kir. Her ku diçû ber bi keçan ve dimeşiyan û mesafeya di navbera xwe û wan de kurt dikirin. Her sê keç nêzî hev bûbûn û li ber derî asê mabûn.
Min pirtûk xist çenteyê xwe û deftera xwe jî xist ber da ku çenteyê min stûr bibe. Min çenteyê xwe avêt ber sînga xwe ne pişta xwe û ez ketim navbera wan xortan û keçan. Min zik li rûyê xortan nihêrî. (Dema ez li tramvayê siwar dibim her ez çenteyê xwe tînim ber sînga xwe lê vê carê armanca min ew bû ku heke kêr ji bêrîkê derkeve, ez bi defter û pirtûkê xwe ji derba kêrê biparêzim. Ez ji nişka ve ji rastiya efsûnî ya Cortazarî ketibûm Bajarê Xwedê).
Di jiyana xwe de gelek caran ez rastî wan nêrînan hatibûm ku gef dixwarin. Lê cara pêşiyê min nêrînên bi vî awayî didîtin. Bi nêrîna cinawirekî li min dinêrîn ku ez bûbûm sedema nêçîra xwe ji dest bidin. Heke ku tramvay hinekî din vala bûya yan jî min li sikakeke tenha zeft bikirana wê ew kêr yekser bikişandana. Ev ne tasewasa ku min ji xwe re çêdikir lê nêrînên wan niyeta wan bi zelalî nîşan dida.
Gera bibêhntengî berdewam dike, nêrînên me bênavber didomin, bi vê re ger weke ku wê neqede derbas dibû. Keç tevlî qerebalixê li rawestgeha Topkapiyê daketin. Digel ku hejmara kesên di tramvayê de kêm bûbû jî em ji ciyê xwe nelebitîn û me her li hev dinihêrî. Dema em hatin Findikzadeyê ez di navbera herduyan de derbas bûm û daketim.
Wê rojê û çend rojên li dû wê, ez her li ser wê gera balkêş fikirîm. Tiştên ji rêzê, destdirêjî, vandalî, şer parçeyek ji jiyana min bûn lê gelo çima ez ewqasî li ser vê bûyerê fikirîm?
Du xort hatibûn wî bajarê ku nas nedikirin lê ne ji bo mêvandarî, geştyarî yan jî karkirinê yanî ne ji bo rewşeke aram hatibûn. Ev ciyê nû wiha didîtin ku bixwazin destdirêjî li jinan bikin, kesên li hemberî vî tiştî derkevin an jî kesên ji ber sedemeke din bi wan re şer bikin, bi hêsanî kêr bikin.
Weke wan kesan in ku xwe xwediyê her ciyê diçinê dibînin… Du sê salên dawiyê bû ku ez rastî vî cureyê nû dihatim. Ez li ser wî tiştî difikirim ku çima wisa dibe. Ez wisa difikirim ku min bersiva vê pirsî dît. Divê em careke din metalanguage ango zimanê berhevdanê binêrin…
Beriya niha bi salekê bû, vê carê berê min li Tophaneyê bû. Di nava salan de ez bibûm xwedî tecrûbeya wî tiştî ku li kîjan rawestgehê kîjan vagon tijî dibin. Ji ber wê ez ketim vagona yekê. Zêde kes lê nebû û ez çûm wê korîdora ku li piş kabîna vatman e. Ev der piranî ji ciyên din sakîntir e. (Zanyariyeke din: Ev der ciyê herî hênik ê tramvayê ye. Havînan baş e lê ji bo zivistanan pêşniyar nakim.)
Li rawestgeha Aksarayê bi du sê kesan re jineke Ereb bi ereboka zarokan re li tramvayê siwar bû. Ji bo rêya çûnûhatinê negire çû li ber deriyê li hember sekinî û li ber ereboka xwe li ser piyan ma. Jineke hinekî bigoşt bû. Ji nişka ve mêrekî ku li paldanga li pêşiya wê rûniştî bi dengekî bilind axivî. Ji ber ku pişta wî li min bû min rûyê wî nedidît. “Ev dixwin û vedixwin û dinin hev! Ji ber nîhandinê bûne weke berazan. Her der dagir kirine û hîna jî dizên.”
Nizanim jinikê pê derxist ku tiştekî ji wî re dibêje lê li mêrik nêrî. Nizanim mêrik ji vê nêrînê nerehet bû yan cesaret jê stand lê bi dengekî berztir di dijûnên xwe de berdewam kir. “Hûnê binin van wê careke din nikaribin werin van deran..:”
Ti kesî ji vî mêrikî re tiştek negot ku bixwe gelek bawer û di vê kêliyê de kêfxweşiyeke zayendî ya mezin dijiya. Weke li şîretên melayekî guhdar bikin bi bêdengî li van gotinên ku ji wan re nedihat gotin guhdar dikirin. Dibe ku nedixwestin xwe bi vî zilamî bikin û bêdeng diman. Min axavtina wî ya bişehwet bi gotinên “Fikrê xwe ji xwe re bihêle, li vir weşana zindî neke!” birî.
Li xwe zîvirî, çavên wî sor bûbûn. Min ji saleke beriya niha ev nêrîn naskiribûn. Vê carê ne weke cinawirê ku nêçîra xwe ji dest biriye, weke cinawirê ku nehatiye hiştin bi nêçîra xwe bilîze…
Paşê jineke ku li hêla din a korîdorî rûniştî, got rast e ne bêterbiye be. Çend kesên din jî axivîn. Mêrik li ser vê bêdeng ma. Dema li Beyazitê daket dîsa bi heman hestan li min nêrî, min jî li wî…
Mehek berê bû, dema ez diçûm dibistanê ez li rawestgeha Hasekiyê li tramwayê siwar bûm. Gelekî qerebalix bû. Ji ber ku min nekarî zêde bi pêş de biçim ez li nava nixavê sekinîm. Du jinên ku bi rûsî diaxivîn bi min re li tramvayê siwar bûn û li tenişta min a çepê ji xwe re cî dîtin, berê li min li wan bû. Mêrikekî ku bi me re siwar bû jî çû li cem wan sekinî.
Berê wî li min bû. Hemû kes nêzîkî hev sekinî bûn. Ya bêhemdî ne tê de lê ji bo temasê jî mirov dikarîbû niyeteke xirab jî di vê nêzîkiyê de bidîta. Jina ciwan a ku li tenişta mêrik sekinîbû û bi hevala xwe re diaxivî ji nişka ve li hêla rastê zîvirî û li xwarê nêrî. Paşê li mêrik nêrî. Mêrik bêyî rengê xwe diyar bike di tramvayê de li ekranê dinêrî.
Paşê min li destê mêrik nêrî. Şûşeya avê ya nîv lîtreyî hebû. Min bala xwe da tevgerên destê wî. Bi awayekî nepen bi destê xwe lingê jinikê miz dida. Jinikê careke din lê nêrî. An wisa fikirî ku ji ber şûşeya di dest de bi şaşî dest daye lingê wê yan jî ji ber bi tirkî nezanîbû dengê xwe dernexist.
Dema ku min fam kir wê mêrik heman tiştî bike, min li çavên wî nêrî û min got, “Vê neke!”. Li rûyê min nêrî û got, “Çi nekim?” û di min hilanî.
“Ez dizanim ku tu çi dikî? Careke din neke!”
Ew nêrînen wî yê bêwate çûn û li şûna wan dîsa rastî wan nêrînên hatim ku du sal berê min dîtibû; di wan nêrînan de şermkirin, hesteke ku qebûlkirina girtina li ser kar nebû. Dîsa weke cinawirekî dinêrî ku nêçir ji dest dabû. Û dîsa heke ku sikakeke tenha bûya…
Ez li rawestgeha Cevîzlîbagê daketim. Ez vê carê li ser zêde nefikirîm.
Ji ber ku; “Ji deman dema herî baş bû, ji deman dema herî xirab bû, him serdema aqilî bû hem dewra ehmeqiyê him ya baweriyê bû, him jî ya şikê, demsala ronakbiriyê bû, demsala tarîtiyê bû, him bihara hêviyê bû, him jî zivistana bêhêvîtiyê, him her tiştên me hebû, him tiştekî me tune bû, an em ê hemû rasterast biçûna cenetê, yan jî hêla li hemberî wê…”* (TY/ŞA/APA/FD)
* Charles Dickens: Çîroka Du Bajaran
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan
#17 Bi rastî jî ne tesedif e ku mêr jinan dikujin - Sami Evren
#18 Mêr, mîna û her wekî din in – Alî Kemal Çinar
#19 Parastina min li pêvekê ye – Îrfan Degîrmencî
#20 Rapêça Tundkariyê - Mehmet Açar
#21 Biheşta derewîn - Menderes Samancilar