Tora Piştevaniya Bi Rojnamegeran Re (GDA), bi boneya balê bikişîne ser zext û tundiyên li ser çapemeniyê û desteserkirin û girtina rojnamegeran li avahiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) daxuyanî dane.
Sezgin Kartal, endamê GDAyê, diyar kiriye û gotiye, armanca zextên dawî yên li ser rojnameger û çapemeniyê zêde dibe ew e ku ser rastiyan bigirin û wiha gotiye: "Ji bo şerê fiîlî yê li Sûriyeyê û geşedanên li ser Sînorê Edîrneyê veşêrin, zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran zêde dikin. Armanca tundiya li ser rojnamegeran, girtin û desteserkirina rojnamegeran ji bo veşartina rastiyan e.
"Rojnamegerî ne sûc e"
“Rojnamegerî ne sûc e. Divê dewlet rageşiya xwe nekin sedema ku mafê civakê yê agahiyê asteng bikin. Mafê azadiya agahiyan divê asteng nekin. Erka rojnamegeran ew e ku peyvira xwe ya cemaweriyê pêk bîne. Tenê armanceke astengkirina me rojnamegeran heye. Ew jî dixwazin bi vê yekê rastiyan ji gel û civakê veşêrin.
"Tirkiye di aliyê azadiya çapemenî û azadiya ramanê de di cîhanê de di rêza dawî de cihê xwe digire. Zêdetirî 90 hempîşeyên me hêj girtî ne. Di 2019an de zêdeyî 250 rojnameger derketin pêşberî darazê. 10 hempîşeyên me rastî êrîşa bi çek û fîzîkî hatin. Em dixwazin ev êrîşên ku azadiya me dike hedef bi lez bi dawî bibe." (FD)
Çavkanî û fotograf: MA