Tirmeha herî germ a 53 salên dawî li Tirkiyeyê hat jiyîn
Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Murat Kurum ragihand ku pileya herî bilind a germahiya hewayê li Cizîrê bi 45,9 pileyan hat tomarkirin.

Meha borî li Tirkiyeyê di 53 salên dawî de wek meha Tîrmeha herî germ hat tomarkirin.
Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Murat Kurum di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de derbarê daneyên germahiya meha Tîrmehê de agahî parve kir.
"Dê germahî zêde bibe"
Kurum diyar kir ku li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di 53 salên dawîn de Tîrmeha herî germ bû û destnîşan kir ku herî zêde germahiya hewayê li Cizîrê 45,9 pile, herî kêm jî li Erziromê bi 5,2 pile hat tesbîtkirin.
Kurum diyar kir ku ji roja Duşemê pê ve germahiya hewayê dê zêde bibe û ji welatiyan xwest ku bi tedbîr bin. (TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.