Piştî ku li herêma Zapê 9 leşker mirin, Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) dest bi êrîşên asmanî û topbaranê kir.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Hawarê (ANHA), balafirên şer û yên bêmirov ên biçek, ji şeva 12ê Kanûna Paşiyê û pê de li Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Kobanî û Şehbayê gelek dever bombebaran kirin.
Li gorî heman nûçeyê, Tirkiyeyê di 48 saetên dawî de 56 dever bombebarankirin.
Şeva 12-13yê Kanûna Paşiyê îstasyona petrolê ya Zarba û navendeke din a petrole ya li başûrê rojhilatê navçeya Tirbespiyê û Bendava Başûtê ya rojhilatê bajarê Dêrikê 5 caran bi balafiran hatin bombebarankirin.
Hemû êrîşên din di şeva 13 û 14yê Kanûna Paşiyê û tevahiya 14yê mehê heta sibeha 15yê mehê pêk hatin.
Cihên hatine bombebarankirin wiha ne:
- Gundên Xirbet Şeala û Hirbil ên kantona Efrîn û Şehbayê hatin topbarankirin. Bi 2 roketan xala hêzên hikumeta Şamê ya li bendava Şehbayê hate bombebarankirin.
- Xala hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Xerbîsan a Kobanê bi balafira bêmirov a biçek hate bombekirin.
- Gundê Şewarxa yê navçeya Şera yê Efrînê hat topbarankirin.
- Îstasyona petrolê ya li başûrê rojavayê navçeya Tirbesipiyê ya di navbera gundên Gir Dahol û Gir Şêran de hatin bombebarankirin.
- Bankeya çandiniyê ya li başûrê Tirbespiyê, devera navbera gundên Gir Kendal û gundê Şirk ên herêma Koçerat a Dêrikê de hat bombebarankirin.
Navenda navçeya Eyn Îsayê
- Îstasyona elektrîkê ya Eyn Îsayê.
- Benda kontrolê ya li deriyê başûr ya ketina Eyn Îsayê.
- Gundê Xalidiyê yê rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê.
- Bajarokê Celebiyê yê 45 kîlometre li başûrê bajarê Kobaniyê.
- Navenda Temwînê (Çavdêriya bazarê) ya li Dirbêsiyê.
- Cihê berê yê şirketa Lavarge ya fransî ya li rojhilatê Kobanî 3 caran hat bombebarankirin.
- Di êrişa bi balafira bêmirov a biçek a li ser gundê Kerbetlî yê navçeya Dirbêsiyê de jina bi navê Ehlam Ebdurezaq Remo û zarokên wê Rojan (3) û Can (4) birîndar bûn.
- Îstasyona elektrîkê ya bajarê Kobaniyê.
- Gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê.
- Çewlika pez a li gundê Şêx Copan ê başûrê bajarê Kobaniyê hat bombebarankirin.
- Li devera navbera gundên Quneytra û Şaemsûrê ya rojavayê Dirbêsiyê 3 cih hatin bombebarankirin.
- Xala hêzên Şamê ya li gundê Şewarxe ya navçeya Şerayê 3 caran hat topbarankirin.
- Tîmên agirkujiyê yên hewl didan şewata ji ber bombebaranê ya li şîrketa Lavarge ya li Kobaniyê vemirînin, ji aliyê balafirên dewleta tirkan ve hatin hedefgirtin.
- Li navneda bajarê Kobaniyê embareke genim hat bombebarankirin.
- Li rojavayê bajarê Kobaniyê daristanek hat bombebarankirin.
- Di êrişa hewayî ya li dijî xala hêzên Şamê ya li gundê Dibane ya Qamişloyê de 5 leşkerên Şamê mirin.
- Îstasyona elektrîkê ya li navçeya Amûdê û gundê Kotihê yê rojavayê navçeyê hatin bombebarankirin.
- Rojnamegerên dîmenên êrişa li Kobanê dikişandin jî hatin hedefkirin.
- Aşxaneya Dirbas a li Amûdê hat bombebarankirin û 2 karkerên bi navê Mihemed Xêr Şêxî (23) û Hisên Ayiş Hisên (45) birîndar bûn.
- Gundê Merkeba yê Amûdê hat hedefkirin.
- Şirketa Nêrgiz a li gundê Heremê Şêxo yê rojavayê bajarê Qamişloyê hat hedefkirin.
- Îstasyona kerebeyê ya li Qamişlo hat bombebarankirin.
- Depoyek li ser rêya balafirgeha Qamişloyê hat bombebarankirin. Di êrişê de zarokek bi navê Hêlin Mihemed birîndar bû.
- Dibistana fêrkirina ajokariyê ya bajarokê Girbawî yê Qamişlo hat bombebarankirin.
- Kargeha çêkirina helawê û tehînê ya li rojavayê Qamişlo hat bombebarankirin.
- Depoyeke amûrên xizmetguzariyê ya li nêzî balafirgeha Qamişloyê hat bombebarankirin.
- Îstasyoneke petrolê ya li başûrê rojavayê Tirbespiyê hat bombebarankirin.
- Benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Xeznê ya Tirbespiyê hat bombebarankirin.
- Cihê petrolê yê li gundê Xatûne yê Tirbespiyê hat bombebarankirin.
- Îstasyona petrolê ya Ude ya li rojhilatê Tirbespiyê hat bombebarankirin.
- Îstasyona gazê ya sereke ya li Tirbespiyê 10 caran hat bombebarankirin.
- Benda kontrolê ya hêzên ewlekariyê ya li gundê Kevirê Spî yê başûrê rojavayê Qamişlo hat bombebarankirin.
- Îstasyona elektirîkê ya li Tirbespiyê hat bombebarankirin.
- Navenda petrolê ya li rojhilatê Tirbespiyê 3 caran hat bombebarankirin.
- Navenda petrolê ya li gundê Girê Pirê yê Tirbespiyê hat bombebarankirin.
- Navenda Siwêdiyê ya ku elektrîkê dide kantona Cizîrê hat bombebarankirin.
- Navenda Tifle ya safîkirina sotemeniyê ya li herêma Koçerat a Dêrikê hat bombebarankirin.
- Îstasyona xazê ya li gundê Siwêdiyê ya li navbera Girkê Legê û Dêrikê 10 caran hat bombebarankirin.
- Gundên Eyn Deqnê, Minx û derdora navçeya Til Rifatê yên girêdayî Şehbayê hatin topbarankirin.
Êrîşên sibeha 15yê Kanûna Paşiyê
- Li navçeya Til Temirê depoyên genim ên Um Kêf ên rojavayê navçeyê bi çekên giran hatin topbarankirin.
- Embarên genim ên li Um El-Kif ên li rojavayê Til Temirê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.
(FD)