Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan, IHD û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, TIHV nerazîbûna xwe dîyar kir ku rayedarên Tirkiyeyê dibêjin ‘’çêdibe qanûna bidarvekirinê ji nû ve bikeve merciyetê.’’
Herdu rêxistinan di daxuyaniyê de dan zanîn ku ji xwe ji bo cezakirina sûcên bi vî awayî gelek qanûn hene. saziyan eşkere kirin ‘’nemaze daxuyandina vê daxwazê ya serokkomarî nayê qebûlkirin.’’
Bi daxuyaniyê hat eşkerekirin ku serokkomar dibêje ew li ser rêya Adnan Menderesî ye lê ji bîr dike ku ew hatibû bidarvekirin.
‘’Li welatekê ku gelek mirov bi neheqane hatine bidarvekirin bi axiftina li ser çêkirina vê qanûnê divê bê dîtin ku ev qanûn dê rêyê li neqanûnîbûnê veke.’’
Li gor daxuyaniyê:
*Cezayê kuştinê tûndkariyeka dewletê ye ku mafê jiyanê binpê dike.
*Mafê jiyane yekem maf e ku divê ji beriya hemî mafan bê parastin. Rasterast bi destên dewletê dayina cezayekê bi vî rengî dê zererên wesa bide ku vegera ji wê nîne.
*Yek ji şertên pêşiyê yê Yekîtîya ewropayê, rakirina cezayê kuştinê ye, anîna vê qanûnê dê Tirkiyeyê ji aliyê çand, sîyaset, aborî û civakî biêxe rêyeka bêveger.
Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan a Neteweyên yekbûyî qebûl kiriye ku tê de ev xal heye.
‘’ Mafê jiyanê mafek e ku bi ser hemî mafan re ye di rewşa tehdîdek li ser dewletan çêbibe jî çênabe ji bo parastina vî mafî xemsarî bê kirin.’’
Çi bûbû?
Serokkomar, Recep Tayyîp Erdogan li ber deriyê mala xwe ya li Kisikliyê axivî. Welatiyên li ber deriyê wî kom bûyîn dirûşmên ‘’em dixwazin îdam(bidarvekirin) bê’’ gotine.
Ji ser van gotinan serokkomarî gotiye:
‘’Li ser mijara îdamê em ê bêguman biryarekê bidin. Bira û xuşkên min em wek hikumet vê daxwaza we dibînin û dibihîsin. Em nikarin vê daxwaza we tine bihesibînin. Di demokrasiyan de xelk çi bibêjin [tîştê bê kirin] ew e. Ez welê difikirim ku hikûmet dê bi mûxalefetê re biryarekê bide.’’ (EA/MB)