Êrîşên Tirkiyeyê yên bi dronan li dijî herêmên di bin kontrola Rêvebiriya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.
Li gorî zanyariyan dronên Tirkiyeyê li Dêrika Hemko êrîşî çar wesayitan kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di encama êrîşê de sê şervanên Hêzên Asayîşa Navxweyî yên Suryanan (Sutoro) mirin, du endamên wan jî birîndar bûn.
Sutoroyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Mûzaffer Mûhammed Mûhammed, Cemîl Hanna Hanna û Şerbel Naîm Salîba Sûmî mirin.
Rewengeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ya navenda wê li Londonê ye, ragihand ku ji serê sala 2024an û vir ve Tirkiyeyê 65 caran bi dronan êrîşî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Li gorî heman raportê, di encama van êrîşan de bi kêmanî 18 kes mirin, zêdetir ji 15 kesan jî birîndar bûn. (VC/FD)