Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ajansa nûçeyan a fermî ya Rûsyayê TASSê nûçeyek weşandiye û gotiye ku Tirkiye û Rûsya ji bo beşeke din a sîstemên berevaniya asmanî ango S-400ê, hevdîtinan dikin.
Ev nûçe di demeke wiha de hatiye weşandin ku Tirkiye û DYA ji bo kirîn û firotina balafirên cengê yên bi navê F-16ê û nûjenkirina wan hevdîtina çaran dikin.
TASSê duh (16ê Tebaxê) nûçe weşandiye û îdia kiriye ku Tirkiye û Rûsyayê ji bo beşeke din a S-400ê peymanek îmze kiriye. Li gorî heman nûçeyê, Serokê Rêxistina Hevkariya Leşkerî-Teknîkê ya Rûsyaya Federal Dmîtrî Şûgayevî gotiye, “Ji bo li Tirkiyeyê hin parçeyên sîstema moşekan ên beşa duyem çêbibin jî me li hev kiriye.”
Şûgayevî her weha destnîşan kiriye ku “Peymana bi Tirkiyeyê re hatiye îmzekirin, bicih bûye.”
Tirkiyeyê bersiv daye
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA), Serokatiya Pîşesaziya Berevaniyê derbarê van îdiayan de daxuyaniyek weşandiye.
Serokatiyê gotiye, “Tiştekî nû nîne. Pêvajo li gorî peymana ku roja destpêkê hatiye çêkirin, dewam dike.”
Nûçeyên ku di medyaya rûsî de hatine weşandin, rojnamegeran duh di dema civîna çapemeniyê ya rojane de ji Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve yê DYAyê Ned Price pirsîne. Price destnîşan kiriye ku helwesta DYAê ya derbarê Tirkiyeyê ya di kirîna S-400ê de “baş tê zanîn. Em ê li binêrîn bê ka wê çi bibe, lê di vê mijarê de zanyariyên me derbarê pêşketinên nû de nînin.” (SD/FD)