Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) aşkere kir ku koçberên ji şerê Idlibê direvin û xwe dispêrin Tirkiyeyê, ji hêla hêzên ewlehiyê yên fermî yên Tirkiyeyê ve bi paş de tên şandin Idlibê.
HRWyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku bi hezaran penaberên ji Kanûna Pêşiyê ya 2017yê û vir ve hewl didin bi rêyên qaçax derbasî Tirkiyeyê bibin bi rengekî sîstematîk rastî astengkirina hêzên ewlehiyê yên fermî yên Tirkiyeyê dibin û di encama teqeya li ser wan gelek penaber mirine yan jî birîndar bûne.
Ji YEyê hatiye xwestin ku ji bo koçber karibin derbasî herêmên ewle bibin di lûtkeya Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de fişarê li ser Tirkiyeyê bikin. Lûtka wê 26ê Adarê li bajarê Varna yê Bûlgaryayê çêbibe.
Donald Tusk Serokê Konseya Ewrûpayê, Jean Claude Juncker Serokê Komisyona Ewropayê, Recep Tayyîp Erdogan Serokomarê Tirkiyeyê û Boyko Borrisov Serokwezîrê Bûlgaryayê wê beşdarî civînê bibin. Di civînê de pêşketinên di demên dawî yên li Tirkiyeyê wê di çarçoveya serdestiya hiqûqê û azadiyên bingehîn de bên nîqaşkirin.
Operasyona Idlibê di Kanûna Pêşiyê ya 2017yê de ji hêla artêşa Sûriyeyê ve hatibû destpêkirin ku piştgiriya leşkerî ya Rûsyayê tê de heye. Bi destpêka operasyonê re heta niha nêzîkî 400 hezar sivîl neçar mane ku ji malên xwe derkevin û koçî deverên din bikin. Gelek ji wan li holikên nêzîkî sînorê Tirkiyeyê bêyî hebûna avê, xida û xizmetên tenduristiyê dijîn. (ŞA/FD)