TIME: Kesayetên salê Harrîs û Bîden e
Kovara TIMEê her sal kesayetê salê hildibijêre. Kovarê îsal Joe Biden, serokê nû yê DYAyê û Kamala Harrîs, cîgira serokî wek “Kesayetên Salê” hilbijartiye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kovara TIMEê îsal Joe Biden, serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yê Amerikayê(DYA) û Kamala Harrîs, cîgira serokî wek “Kesayetên Salê” hilbijartiye. Kamala Harrîs li DYAyê yekem jine û yekem afro Amerîkî ye dibe cîgira serokê wî welatî.
Eric Yûan, CEOyê Zoomê jî weke Karsazê Salê hatiye hilbijartin.
TIMEê di kategoriya Parêzgerên Salê de aktivîst Assa Traorê, Porche Bennett-Bey û organîzatorên dadê yên nijadî hilbijartine.
Her weha Dr. Anthony Faucî û karmendên tenduristiyê yên ku li dijî pandemiyê di rêza ewil de têdikoşîyan jî di nava kesên hatine hilbijartin de cîhê xwe girtine.
Kovarê LeBron James, stêrkê NBAyê jî weke Werzişvanê Salê hilbijartiye.(PT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.