Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di maçên di navbera tîma Beşiktaş û Ankaragucuyê û tîma Amedspor û Kastamonu 1966ê de istismara li ser zarokan hatiye protestokirin.
Di dema maça di navbera tîma Beşiktaş û Ankaragucuyê de alîgirên her du tîman bi qasî deqîqeyekê bêdeng mane. Li ser vê rewşê futbolîst jî li cihê xwe sekinî ne û beşdarî protestoya alîgirên xwe bûne. Piştî wê futbolîstan dest bi maçê kiriye û alîgiran jî bi sloganên xwe piştgiriya tîmên xwe kirine.
Tîma Amedsporê li saheya xwe bi tîma Kastamonu 1966ê lîstiye. Futbolîstên Amedsporê di dema derketina sahayê de pankartek hilgirtine ku li ser wê “Zarok bêdeng dimînin, tu bêdeng nemîne, na, ji istismara zarokan re” nivîsandiye.
Piştî ku maçê dest pê kiriye, futbolîstên Amedsporê bi qasî deqîqeyekê bêdeng mane û istismara li ser zarokan protesto kirine.
Ji ber pankarta "Bila zarok nemirin" ceza li Amedsporê hatibû birîn
Futbolîstên Amedsporê 28ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê bi tîma Başakşehîrê re derketibûn maçekê. Di wê demê de pankartek ku li ser wê “Bila zarok nemirin, werin maçan” nivîsandiye, hilgirtibûn. Li ser vê rewşê Lijneya Disiplînê ya Futbola Profesyonel 5 hezar TL cezayê pereyan li tîma Amedsporê birî bû. (EKN/FD)