Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) û Komeleya Mafên Mirovan(IHD) pêş danişîna Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncanciyê banga piştevaniyê kirine. Danişîn wê di 23ê Kanûna Pêşiyê de li 24êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk were.
TIHV û IHDyê diyar kirine ku ji ber Şebnem Korûr-Fîncanciyê têkildarî pisporiya xwe pirsek bersivandiye hatiye girtin û girtina wê kêfî û bê hiqûqî ye. Her weha saziyan bang kirine û gotine:
“Her kesê ku xwedî eql û wîjdanê ye” divê li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê were dozê bişopîne.
Coşkûn Ustercî, Sekreterê Giştî TIHVê diyar kiriye û gotiye, “Em bawer dikin ku ev şaşiya mezîn dê were rastkirin û hevala me ya xoşewîst Şebnem wê mîsoger were beraetkirin.”
Ustercîyî diyar kiriye ku girtina Şebnem Korûr-Fîncanciyê bi temamî kêfî û bêhiqûqî ye.
Şebnema xoşewîst zanyareka bi navûdeng û rêzdar a cîhanê ye ku di nivîsandin û nûvekirina Protokola Stenbolê de xwedî roleke çalak e û xwediyê belgeya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo lêkolîn û belgekirina îşkenceyê ya bi bandor e.
“Ji ber vê yekê ne tenê Şebnem; di heman demê de heqîqet girtî ye, zanist girtî ye û mafên mirovan girtî ye.”Her weha “Mafê gel ê tenduristiyê girtî ye. Em hêvî dikin ku di danişîna destpêkê de hevalê me demildest bê beraet kirin.”
Bixwîne - Şebnem Korûr Fîncanci hatiye girtin
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci desteser kirine
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci: Gelek caran min nîşan daye ku ez bêdeng nabim
Çi bûbû?
Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncaniya ku pispora tiba edlî ye, di Medya Haberê de axivîbû. Korûr-Fîncanciyê derbarê wan îdiayên ku dibêjin TSKyê di dema operasyonên leşkerî de çekên kîmyewî bikar aniye de, gotibû, wê dîmen temaşe kirine:
“Diyare ku yek ji gazên kîmyewî yên toksîk ên rasterast bandorê li ser sîstema siniran dike hatiye bikaranîn. Her çend bikaranîna wan qedexe be jî, em dibînin ku di dema pevçûnan de tê bikaranîn.”
Korûr-Fîncanciyê diyar kiribû ku li gorî peymanên navnetewî, divê heyetên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin û divê li gorî rêgezên Protokola Mînesotayê tevgerin.
Piştî van daxuyaniyan, rojnameya Yenî Şafakê nûçeyek weşand û got: “Gotinên bi îxanetkirinê tijî ji Seroka TTB, Şebnem Korûr Fîncanciyê: Di kanala PKKyê de derew li TSKyê kir.”
Rojnameya Sabahê jî bi heman rengî nûçeyek weşand û got: “Fermandarên teqawidbûyî li dijî derewa ‘çeka kimyewî’ gelekî bihêrs bûn: Bila Şebnam Korûr Fîncanci li ber hiqûqê hesab bide!”
Paşê jî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akarî derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî dan û gotin ku ew nûçe ne rast in.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê de lêpirsînek da destpêkirin. (AS/AY)