Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weqfa Mafên Mirovan raporek weşandiye û eşkere kiriye ku di pênc salên dawiyê de li 11 bajar û 51 navçeyan 381 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Bixwîne – Qedexeya derketina derve
Li Amedê 214 caran, li Mêrdînê 60 caran, li Colemêrgê 23 caran, li Şirnexê 13 caran, li Bitlîsê 29 caran, li Muşê 7 caran, li Çewligê 7 caran, li Dêrsimê 6 caran, li Êlihê 6 caran, li Elezîzê 2 caran û li Sêrtê 14 caran derketina derve hatiye qedexekirin.
“Binpêkirina mafê jiyanê”
Li gor raporeka Komeleya Mafên mirovan: di sala 2016ê de 594 kes hatine kuştin, 53 ji wan zarok in. 35 kes li girtîgehan û 6 kes di dema desteserkirinê de hatine kuştin.
246 kes di Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê de hatine kuştin.
Rêxistinan bi êrîşên li ser warên jiyanê 316 kes kuştine, 121 ji wan leşker û polîs bûn.
Di şerî de 629 leşker û polîs mirine, 1003 çekdar û 37 sivîl mirine.
Bi teqîna mayin û teqemeniyên bêxwedî 21 kes mirine, 14 ji wan zarok in.
Bandor li Milyonek û 809 kesan bûye
"Ji beriya qedexe bê îlankirin li gor serjimara 2014ê li cihên qedexe hatî îlankirin Milyonek û 809 kes dijîyan. Ev mafên wan hatine binpêkirin: Azadî, mafê ewlehîyê, azadîya dînî, mafê rêza li jiyanê."
(RT/MB)