Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî şewitandina daristanan wezîrê daristan û çandinîyê, Bekir Pakdemîrî gotibû balafirên THKyê(Saziya Hêzên Esmanî) kar nakin. THKyê balafirên xwe ceribandine û diyar dibe ku kar dikin.
Gamze Taşçierê dîmenên firîn û valakirina avê yên du balafirên THKyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşandiye.
Taşçierê nivîsîye: Balafirên agirkujîyê yên ku wezîrê daristan û çandinîyê lê razî nebûbû gava din firîyan û av rijandin. Nayê îzahkirin ka ji ber çi dema daristan dişewitin çima alîkarî ji THKyê nehatiye xwestin.”
Taşçierê ji bianetê re got wê lê dinêrî ka bi rastî jî balafir kêr karê xwe têne an na. Paşê wê dîtiye ku balafir ji bo perwerdeyê têne bikarînan.”
(AO/MB)