Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Akademiya Zanista Hênera Sînemayê bû cara 90. ku xelatên Oscarê dan. “The Shape of Water” ji bo 13 xelatan bû berbijar û 4 xelat standin. Di nav van çar xelatan de Xelata Fîlmê Herî baş û Xelata Derhênera/ê Herî Baş jî hene.
Rêûrisma xelatdayinê li Şanogeha Dolbyê ya Los Angelesê hat pêkanîn.
Me Too, Time’s Up, koçberî û cidaxwazî
Di rêûrisma dayina xelatan de îsal ji bilî mijarên taciz û cidaxwaziya zayendî mijara koçberiyê jî cih girt.
Fîlmê herî baş: The Shape of Water
Derhênerê herî baş: Guillermo del Toro (The Shape of Water)
Lîstikvana jin a herî baş: Frances McDormand (Three Billboards Outside Ebbing, Missouri)
Lîstikvanê mêr ê herî baş: Gary Oldman (Darkest Hour)
Jina lîstikvana alîkara serlehengan a herî baş: Allison Janney (I, Tonya)
Mêrê alîkarê serlehengan ê herî baş: Sam Rockwell (Three Billboards Outside Ebbing, Missouri)
Senaryoya xweser: Get Out (Jordan Peele)
Senaryoya herî baş ji kitêban hatî çêkirin: Call Me By Your Name (James Ivory)
Fîlmê anîmasyon a herî baş: Coco
Fîlmê bi zimanê biyanî yê herî baş: A Fantastic Woman (Şili)
Belgefîlma herî baş: Icarus
(HK/MB)