Termên du leşkerên li ber avê çûyîn hatine dîtin
Walîtîya Rûhayê daxuyand ku termê du leşkerên li ber avê çûyîn yên bi navê Esat Ertaş û Cuma Ali Akçal hatine dîtin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Walîtîya Rûhayê daxuyand ku termê du leşkerên li ber avê çûyîn yên bi navê Esat Ertaş û Cuma Ali Akçal hatine dîtin.
Li navçeya Akçakaleyê ya Rûhayê, wesayiteka leşkerî duhî li ber ava çemê Koçarê çûne. Ji çar leşkerên di wesayitê de du leşkeran karine xwe xelas bikin, du leşker hêj winda ne. Ji ber barana boş ava çemî ji rêya xwe derketiye û bi ser caddeyê de herikîye, wesayit li ber çûye.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) bûyer li nêzîkî sînorê Akçakale-Serê Kaniyê de pêk hatiye.
Nasnameya leşkerên winda hêj nehatiye eşkerekirin.
(EKN/MB)
Wêne: DHA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.