Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Temer Temel birayê Şaredarê berê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Yusuf Temel e û li gundê Setkara navçeya Elkê ya Şirnexê dijiya. Temel duh êvarê li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hatiye.
Li gorî nûçeya MAyê Temelê 50 salî ku dema ji wesayîtê daketiye rastî êrîşa çekdarî hatiye û li cihê bûyerê miriye.
Hatiye diyarkirin ku Temelê ku apê Hevserokê HDPê yê Navçeya Elkê Ferhat Temel e, dijminatiya wî bi kesî re nîne.
Cenazeyê Temelê ku li derdorê wekî "HDPyî" tê zanîn birine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê.
Herweha derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.(NT/AY)