Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Rêvebiriya Emniyeta Enqereyê têkildarî êrişên li Altindaga Enqereyê yên li dijî mal û kargehên welatiyên Sûriyeyê û Afganistanê daxûyaniyek nû daye.
Bixwîne-Têkildarî êrişên li Altindagê 76 kes hatine zeftkirin
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku derbarê 29 kesan de kirariyên îdarî hatiye pêkanîn.
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin, “Li navçeya me ya Altindagê di 10 Tebaxa 2021an de piştî bûyera dilêş li herêmê di encama tedbîrên ku hatine girtin de, di 12ê Tebaxa 2021an de 72 kesên din yên ku hişyariyên hêzên me yên ewlekariyê pêkneanîne, li ser medya civakî parvekirinên provakatîf kirine û di sûcên cûr bi cûr vê cîh girtine, hatine desteserkirin.”
“Derbarê 29 kesan de kirariyên îdarî hatiye pêkanîn, derbarê 43 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ji kesên ku hatine zeftkirin jê 28 sûcên wan yên weke talankirin, brîndarkirina bi qestî, dizî û li ser xwe gerandina maddeyên hişbir hene.(RT/AY)