TBB di hilbijartinê de wê piştgiriya hiqûqî bide
Navenda Ewlehiya Hilbijartinê ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ragihandiye ku parêzerên di hiqûqa hilbijartinê de pispor in wê hemû raporên binpêkirina ewlehiya hilbijartinê binirxînin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Navenda Ewlehiya Hilbijartinê ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) îro ragihandiye ku ji bo piştgiriya hiqûqî ya hilbijartinê li ser wezîfeyê ne.
Navenda Ewlehiya Hilbijartinê ya TBBê di Hilbijartina 14ê Gulanê de jî piştgiriya hiqûqî dabû. TTB di tûra 2emîn a Hilbijartina Serokomariyê îro de jî dê piştgiriya qanûnî bide.
Navenda Ewlehiya Hilbijartinê ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ragihandiye ku parêzerên di hiqûqa hilbijartinê de pispor in wê hemû raporên binpêkirina ewlehiya hilbijartinê binirxînin.
Welatî ji her dera Tirkiyeyê bi telefona 0312 988 16 70 (10 xet) dikarin xwe bigihînin Navenda Ewlehiya Hilbijartinê.(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.