Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî îdia kiribû ku Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agiriyê “çûye Gareyê”. Taşdemîrê îro tevlî Saruhan Olûç, Wekîlê Serokê Koma HDPyê û parlamenteran li Navenda Giştî ya HDPyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Taşdemîê gotiye ew îdiayê Soylûyî qebûl nake û wiha pê de çûye:
“Derew û buxtan taybetmendiya desthilatê ye. Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê ku di 16ê Sibatê de diviya ji bo operasyona Gareyê li Meclîsê hesab bide, hamaset kiriye û partiya me kiriye hedef. Got ku ‘wekîkel ji Meclîsê çûye’, lê nav neda. 4 rojan di nava civakê de bendewariyek çêkir di vê mijarê de.
“Piştî 4 rojên piştî wê derket ser ekranê kanaleke alîgir û bi qasî saetekê heqaret li partiya me kir. bi gotinên weke “gavek bi şûn da, lehzeyeke bi şûnda” şov kiriye. Paşê jî navê min da. Lê ti delîl nîşan neda û bi paşgotinekê rûmeta min xist bin pêyan.
“Ez dipirsin: Heke di destê te de zanyariyek û dokumaneke wisa heye, çima te neda dozgeriyê lê te di televizyonê de aşkere ki? Ji bo aşkerekirina vî tiştî çima tu li bendî operasyona Gareyê sekinî? Em dizanin ev ji berçi ye. Ev operasyona rizgarkirina kursiya xwe ye. Ji bo vê her roj nûçe û buxtanên derew ên bi dûvik yên ti rastiya wan nhine li me dikin. Li vî welatî ji bo siberoja kursiyê em dizanin çi dikin û çi derew tên kirin ku nayê hişê yekî.”
“Ez ê giliyê wî bikim”
“Ez ê hemû mafên xwe yên hiqûqî bikar bînim, ez ê giliyê wê bikim û daxwaza tezmînatê bikim. Ew tezmînata ku ez qezenc bikim ez ê wê ji bo zarokên xizan ên li Agiriyê xerc bikim. Ez ji 7ê Hezîranê û vir ve parlamenter im. Ez bi pasaporta xwe ya dîplomatîk min geştên ji derveyî welêt kirin, çi cihên ku ez çûme diyar in, qeydkirî ne. Xebatên ku beşdarî wan bûme diyar in. Min her tiştê ku kiriye aşkere kiriye, çi bernameyên ku beşdar bûme, min li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandine.” (EMK/FD)