Ji bo nûçeya Tirkî
Parlementerê HDPê yê Amedê Altan Tan daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku bangewaziya rewşenbîr û siyasetmederan ya ji bo avakirina bloka aştiyê û bi ‘bênfirehî û zanyarî’ çareserkirina pirsgirêkan divê bigihije encama xwe.
Altan Tan di wê daxuyaniya xwe de ragihand ku hukimeta AKPê gav bi gav her derê welat dixe nav krîz û kaoseke mezin û çiqas diçe şerê navxweyî nêzik dibe.
‘Partî û aliyên kurd gihiştine durêyanê’
Altan Tan diyar kir ku partî û aliyên kurd gihiştine durêyanê û wiha got: ‘Li aliyeke tundî, pevçûn û şerekî topyekûn heye li aliyê din jî siyaseta demokratîk û meşrû heye. Divê ji van her du vebijerkan yek were bijartin.’
‘Herî dawî ji hêla gelek siyasetmedar, rewşenbîr û aliyên din ku Rıza Turmen, Tarık Ziya Ekinci, Mehmet Altan, Mucahid Bilici, Ali Bulaç, Vahap Coşkun, Mesut Yegen, Tarhan Erdem, Levent Gultekin û Taha Akyol jî tê de ne ji bo bangewaziya avakirina bloka aştiyê û bi ‘bênfirehî û zanyarî’ çareserkirina pirsgirêkan hat kirin. Divê banga hatiye kirin bigihije encamê.’
‘Ancax blok/eniyeke wiha dikare tansiyonê hineke kêm bike, aloziyan bide rawestandin û derfetên bo avakirina aştiyê ava bikin.’
‘Ez muhatabê wan nirxandinên spekulatîf ku derbarê daxuyaniyên min de tê kirin, nîn im. Weke beriya niha ez ê her tim xebatên xwe yên siyasî, îstişare û hewldanên xwe pêk bînim.’
(NV/YO)