* Fotograf: Sayed Khodaiberdi Sadat - Kabûl / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Talîbanê piştî ku li Afganistanê desthilatdar bidest xist, civîna xwe ya yekem li Kabûlê pêk aniye.
Zabîbûllah Mucahît, Berdevkê Talîbanê pirsên rojnamegeran bersivandiye û gotiye, ew dixwazin hikûmetekê ava bikin ku hemû alî tê de cih digirin. Her weha diyar kiriye ku di demeke gelekî nêz de wê ji bo avakirineke hikûmeteke Îslamî li hev bikin.
Mucahitî gotiye ku wê mafên jinan li gorî “hîmê Îslamî” saz bikin lê derbarê vê mijarê de ti detay nedaye.
Her weha diyar kiriye ku serkonsolxaneyên welatan bi her awayî di nava ewlehiyê de ne û wiha dewam kiriye: “Em naxwazin şer dubare bibe û em dixwazin faktorên şer ji holê rakin.”
“Mafên jinan wê li gorî şerîetê werin sazkirin”
Mucahitî di dewama axavtina xwe de gotiye ku jin di karên perwerde, tenduristî û qadên din de bikaribin li gorî rêzikên şerîetê kar bikin: “Wê mil bi mil bi me re kar bikin. Em dixwazin civaka navnetewî bawer bikin ku wê li dijî jinan cidakarî neyê kirin lê helbet li gorî sînorên me yên dînî.”
Mucahitî gotiye ku “Jin wê li gorî şerîetê bikaribin perwerdeyê bistînin” û medya jî li gorî heman rêzikan wê bikaribe kar bike: “Ez dixwazim hemû komên medyayê pê bawer bikin ku heke li gorî rêzikên me yên Îslamî kar bikin wê azad bin, wê bikaribin kar bikin, wê bikaribin weşanê bi azadî bikin.”
“Vegerin malên xwe”
Berdevkê Talhibanê di dewama axavtina xwe de li ser pirsekê gotiye ku wan hemû kesên di artêşê de wezîfedar û yên wergêrî ji DYAyê re dikirin, efû kirine: “Em naxwazin hemû ciwanên jîr û perwerdekirî biçin. Em dixwazin ew li vir, li Afganistanê, li welatê xwe kar bikin.
Berdevkê Talîbanê bang li wan kesan kiriye ku ji bo ji Afganistanê biçin li Balafirxaneya Kabûlê disekinin û gotiye "vegerin malên xwe" û "em ê tolê hilneynin".
“Hemû civaka navnetewî, NY, hemû serkonsolxaneyan, hemû cîranên me bila ji me piştrast bin ku em nahêlin axa Afganistanê ji bo êrîşa hin kesan were bikaranîn.”
Mucahitî her weha gotiye ku ew li bendê ne civaka navnetewî bi Talîbanê re hevdîtinan bike û metirsiyên xwe rasterast ji wan re bibêjin.
Di civîna çapemeniyê de Berdevkê Talîbanê diyar kiriye ku ew ê destûrê nedin tiryakê biçinin û qaçaxçîtiya wê bikin. (AS/FD)