Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzİ bitikîne
Teyrebazên Azadiya Kurdistanê (TAK) daxuyand ku êrişa ku di 5ê Çileyê de li Îzmîrê hatibû kirin û di encamê de 2 kes hatibûn kuştin, ji hêla hêzên wan ve hatiye kirin. Her wiha nasnameya her dı kesên ku êriş kirine jî diyar kirin.
Di encama wê êrişa li ber Dadgeha Îzmîrê de karmendê bi navê Mûsa Can û polîsê bi navê Fethi Sekin canê xwe ji dest dabûn.
2 kesên ku êriş pêk anîbûn jî li cihê bûyerê hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê de hatiye weşandin, nasnameyên her du êrişakaran wiha ne: Mustafa Çoban (Zerdeşt Rustem Erdal) 1987/Elbistan-Gurgum û Enes Yildirim (Pîrdogan Ararat) 1991/Patnos-Agirî.
Çalakiyên TAKê
Di 17ê Tîrmeha 2005an de li dijî midibûsa tûrîstan û hefteke şûn de jî li Îzmîr Çeşmeyê êrişên bombeyê pêk anîn û di encamê de polêsek û 5 tûrîst hatin kuştin, 34 kes jî birîndar bûn.
23ê Gulana 2007an de li Enqere Ulusê teqîna pêk hat de 7 kes hatin kuştin, 102 kse jî birîndar bûn.
10ê Hezîrana 2007an de li Stenbol Bakirkoyê teqîn pêk hat û di encamê de 31 kes birîndar bûn.
8ê Hezîrana 2007an de li Stenbol Kuçukçekmeceyê teqîna pêk hat de 15 polês birîndar bûn.
22ê Hezîrana 2010an de li Stenbol Halkaliyê li dijî servîsa leşkerî bi bombeyan êriş pêk hat.
31ê Cotmeha 2010an li Stenbol Taksimê teqîn çêbû û di encamê de 32 kes birîndar bûn.
26ê Tebaxa 2011an de li Antalya Konyaaltiyê, di 28ê Tebaxê de jî li Antalya Kemerê êrişên bi bombeyan pêk hatibûn û di encamê de 6 kesan bîrîndar bûbûn.
20ê Cotmeha 2011an de li Enqereyê êrişa bî bombeyan de 34 kes birîndar bûbûn.
Teqîna ku di 23ê Kanûna 2015an de li Balafirgeha Sabiha Gokçenê pêk hat jî, TAKê girt ser xwe.
17 Sibata 2016an de li Enqereyê li dijî servîsa leşkeran bi bombeyan êriş hat kirin û di encamê de 28 kesan canên xwe ji dest dan.
Êrişa 13ê Adara 2016an a li Enqere Guvenparkê ku di encamê de 37 kes hatibûn kuştin,
Êrişa 7ê Hezîrana 2016an ya li Stenbol Veznecilerê ku di encamê de 6 jê polîs 11 kes hatib3un kuştin,
Êrişa 28ê Nîsana 2016an ya li Bursayê ku di encamê de çalakvan miribû û 20 kes birîndar bûbûn,
Êrişa 6ê Cotmeha 2016an ku li Stenbol Yenibosnayê ku di encamê de 10 kes birîndar bûbûn,
Êrişa 4ê Mijdara 2016an ku li Amed Rêzanê li dijî avahiya Mudiriyeta Emniyetê pêk hatibû û di encamê de 2 jê polîs 11 kes hatibûn kuştin girt ser xwe.
Êrişa di 24ê Miijdara 2016an ku li Edeneyê pêk hatibû û di encamê de 2 kes miribûn û 33 kes jî birîndar bibûn.
Êrişa di 10ê Kanûna 2016an ku li Stenbol Beşiktaşê pêk hatibû û di encamê de 36 jê polîs 44 kesan canê xwe ji dest dabûn.
Êrişa di 17ê Kanûna 2016an de ku li Kayseriyê pêk hatibû û di encamê de 15 leşker hatibûn kuştin û 55 kes jî birîndar bûbûn.
(AS/YO)