Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
25ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê serokê BAROya Amedê Tahir Elçî hatibû kuştin. Elçî îro li cihê hatî kuştin hatiye yadkirin.
Serokên 25 BAROyan û bi hezaran parêzer beşdarî rêûrisma yadkirinê bûne.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hevjîna Tahir Elçîyî, Turkan Elçîyê gotiye:
“Em dîsa hatin ber deriyê Minareya Çar Ling. Dîsa navberek serê sibê û nîvro ye. Dîsa saet 10.53 e. Em hatin vir ku îbretiya hiqûqê û temenek kurt ê zêmarekî ji vê kolana kevir re bêjin.
“Dîsa di laşê me de birîn û kedera dil e. Di tariya şevê de bêhna mirinê tê. Piştî çûyîna te di dilê me de bajarek xerabeyî radikeve. Ji bo çi şiyar nabe. Kuçeya ku tu lê raketî şikestî ye û ji hevde ketî ne. Ku ez bêjim çûyîna te me bi tenê hişt lê wê her tişt kêm bimîne.
“Yê ku ji vê kuçeya teng kêm bû tu bûyî. Ya kû zêde bû mirin bû. Pişt re her tişt kêm bû. Mesele aramiya me, azadiy me, hêviyên me kêm bûn. Were me ji vê qelebalixiya bêdeng rizgar bike.
ME EDALET NEANÎ VÊ KUÇEYÊ
“Dîsa em hatin deriyê minareya çar ling. Dîsa meha Mijdarê ye. Dîsa payîz e. Kefa destê me vala ye. Dilê me li ser dilê me ye. Me edalet neanî vê kuçeyê. Edalet di bêkesiya şevê de ye. Tu çuyî ji malê û li mala me ji bilî êşê tiştek nîne. Şer hêsirên çavê me ziwa kir.
“Mirî di xîza deryayên çavê me de ma. Tu çûyî û mirinên bêwext zêde bûn. Em bi tenê man, were me rizgar ji vê neheqiyê. Te dilê xwe da destê xwe û hatibûyî vê kuçeyê. Tenê hatibûyî. Ji bo tu mirinan rawestînî lê mirin zêde bûn û tu bi ku ve çûyî.
Em hatin ber kevirên reş. Ji roniya xwe ber bi tariyê ve qîr bike. Ji me re behsa pîroziya jiyanê bike. Wek ku tu bi salan li dijî îşkence û neheqiyê derketî û xwedî li maf, hiqûq û fikirandina azadiyê derketî, dîsa qîr bike. Te ferqiyê nexist navbera dîn, ziman û nijada tu kesî. Te ji bo her kesî jiyanek wekhev û edalet dixwest. Rabe û carek din edaletê û hiqûqê nîşanî van kesên li kujeran nagerin û hevkariya kujeran dikin bide.
“Qîr bike di piştê de lêdana aştîxwazek namerdi ye. Belkî vê şeva bêsibeh biqede. Belkî zilm bêdeng bibe, xwîn bisekine, belkî çarenûsa me derkeve ser rastek xweştirîn.
Dîsa em hatin deriyê minareya çar ling. Dîsa elemek ku raketiye û ji erdê ranabe. Dixwazin bi me bidin bawerkirin ku mirina te mirinek tesadufî ye. Lê em dizanin roj bi roj hikmê hiqûqê kêm dibe, ser maf tê girtin û kujer dest û milê xwe dihejînin û di kuçeya me ya kevir de dimeşin. Em ê heta dawiya emrê xwe werin vir.”
(AS/MB)