Chalak Events dê li Stenbolê, li Chalak Art Cafeyê, rêzepanelan pêk bîne. Di panela pêşiyê de lêkolînerê Tahir Baykuşak dê ji bo bersiva pirsa "Gelo di dîroka Stenbolê de Kurd li ku bi cih û war bûn, malbata Bedirxaniyan, Babanzadeya kengê hatine Stenbolê, gundên Kurdan li Stenbolê li kî derê ne?" biaxive.
Panel dê 5ê Gulanê ji siet 14.00ê dest pê bike û heta 16.00ê dom bike.
Ji bo tu cihê Chalak Art Cafeyê bibînî bitikîne. Chalak Eventsê diyar kiriye ku çalakî bêpere ye.
Tahîr Baykuşak kî ye?
Li zaningeha Dicleyê fakulteya perwerdehiyê de xwendiye. Lîsansa bilind li Zaningeha Bilgiyê di beşa dîrokê de sala 2014an de kuta kiriye. Ji sala 2006an ve li Stenbolê dersdariyê dike. Di navbera 2014 û 2017an de li Zankoya Bogaziçiyê dersên ziman da û her wiha li Enstituya Kurdî ya Stenbolê jî dersên dîroka modern a Kurdan dide. |
(MB)