Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dozên derbarê Peymana Stenbolê de yên li Şûraya Dewletê hatibûn vekirin, biencam bûne.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarî (CHP), IYI Parti, gelek rêxistinên sivîl û kesan ji bo ew biryara Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî ya derbarê betalkirina Peymana Stenbolê de neyê qebûlkirin serî li Şûraya Dewletê dabûn.
Beşa 10an a Şûraya Dewletê biryar daye û ew daxwazên li dijî biryara Serokomarî qebûl nekirine. Di dengdanê de 2 endamên Şûrayê deng ji bo betalkirina biryara Serokomarî dane, lê 3 endaman ew daxwaz nepejirandine.
Şûrayê biryar di malpera xwe ya fermî de weşandiye ku beşa dozdaran vala hiştiye. Di biryarê de her weha diyar kiriye ku piştî biryar gihîşte ber destên dozdaran, ew dikarin di nava 7 rojan de serî li Desteya Beşên Dozên Îdarî ya Şûraya Dewletê bidin û li dijî biryarê derkevin.
Sê endamên Şûrayê di biryarê de gotine ku Serokomar di mijarên derbarê birêvebirinê de dikare biryarnameyên Serokomariyê amade bike.
Di biryarê de her weha hatiye destnîşankirin ku bi biryarnameyên Serokomariyê dibe peymanên navnetewî werin betalkirin û ew jî li gorî hiqûqê ye.
Îbrahîm Topûz, endamê Şûraya Dewletê yê ku li dijî biryara betalkirina Peymanê derketiye gotiye, biryara betalkirina Peymana Stenbolê ne erka Serokomar e.
Topûzî her weha gotiye ku ji bo betalkirina peymanê bibe erka Serokomarî divê li Parlamentoyê yasayek derkeve û Parlamentoyê qanûna pesendkirina peymanê (hejmar 6251) betal nekiriye.
Ahmet Saraçê ku wî jî li dijî biryara Serokomarî deng daye, wiha gotiye, heke ev biryar neyê betalkirin wê zerarên gelekî mezin, ên bandora wan wê derbas nebin çêbibin û ji ber wê divê biryarnameya Serokomarî betal bibe.
Li gorî vê encamê Tirkiye wê ji 1ê Tîrmehê û pê ve Peymana Stenbolê qebûl neke û pêk neyne. (KÖ/FD)