Suna Alan û SOAS Rebetiko Band ji bo projeya "The Neighbours"ê wê li Londonê konserteke hevpar bidin.
Alan û hunermendên SOAS Rebetiko Bandê wê di konserê de stranên gelên cîran, bi kurdî, yewnanî û tirkî bistirên, govendê bigerînin û bireqisin.
Bername wê 7ê Gulanê roja şemiyê wê li The Mildmay Clubê pêk bê û wê saet 19:00ê destpê bike.
Sûna Alan, stranbêja kurd a elewî li Londonê dijî. Di nava muzîka dengbêjiyê û çanda têkel a Îzmîrê de mezin bûye. Stranên kurdî di navenda muzîka wê de ye û li gel wê jî yên ermenkî, rûmî, erebî, sefaradî û tirkî jî distirê.
SOAS Rebetiko Band, koma muzîkê ya Yewnanistanê ye û muzîka xwe weke muzîka "blûesa bajarî" bi nav dike. Bi şêweyê muzîka Rebetîko stranan distirên. (FD)