Li Bêgirîya navçeya Wanê ji ber sir û seqema zêde qismekî sûlavê qerisîye.
Sûlava Bêgirîyê her demsal dibe xwedî rengekî û di van rojên zivistanê ku sir û seqem zêdeye da jî ava wê qerisiye û mîna bûkeke xêlîspî xuya dike.
Gelek ziyaretvanên ji hundir û dervayê welêt tên dîtina Sûlava Bêgirîyê û ewder niha ji ber ku qerisiye dişibe travertenên li Denizliyê.
Germahiya hewayê ya li herêmê di bin sifirê da heta 20 pileyî daket û qismekî Sûlava Bêgirîyê ya ku li ser Çemê Bendîmahê ye jî qerisî.
Tevlî sûlava qerisî guliyên dar û berên li der dorê ku di sermayê da qeşa girtine jî dîmenên xweş raxistin holê.
Welatiyên ji ger û geştê hez dikin tetîla nîvesalê jî ji xwe ra wek fersend dîtin û hatin û xwe ji xweşiya sûlava qerisî ya mîna bûka bixêlî xuya dike mehrûm nehiştin.
Ji welatiyan Mehmet Kiliçogluyê ji Diyarbekirê hatibû got ku ew bi taybetî ji bo dîtina vê xweşiyê hatiye.
(MB)
*Çavkanî: AA