Komek xwendekar dê li Stenbolê çalakiyeka bi navê “Spoken Word Kurdî” pêk bîne. Komek xwendekarên zanîngehan bi navê Chalak Eventsê gihane hev. Cahalak Eventsê heft caran ev çalakî pêk aniye. Di cara heştem de beşdar dê gund û bajarên xwe bi zimanê xwe bidin nasîn.
Mêvanê bernameyê Gokçe Selîm e. Gokçe solîstê koma mûzîkê, Sîya Şevê ye.
Chalak Eventsê bi van gotinan çalakiya xwe daye nasîn:
“Tu ji kîjan bajarî, kîjan gundî bî bi devoka xwe were!
"Bajarê te bi çi navdar e? Navê gundê te ji ku tê? Kîjan xwarin aîdî bajarê te ye? Dînên bajarê te navdartir in an jî nivîskar û stranbêjên bajarê te navdartir in? Ji gundê te kesên ne-nas kî ne? Dîroka bajerê te ji kengê û pê ve ye? Bajarê te ji govendan 'boblekan'ê dileyize an jî 'şêxanî' dileyîze? Di nav Kurdan de bajarê te bajarê 'kaçaxçiyan' e, 'îsotçiyan' e, 'dizan' e an jî yê 'komirciyan' e?"
“Ka tu jî were û ji me re qala bajar û gundê xwe bike! Vê carê em ji te bibihîsin. Dik ya te ye jî, kirde tu yî. Çi helbest, çîrok, mamik, çîrçîrok û zûgotinok çi jî performansên dîtbarî hima tu çi bixwazî dikarî bibêjî yan jî bikî. Di dilê te de çi hebe dikarî bidî der, bi bîneran re parve bikî. De haydê, em li benda te ne!”
(MB)
Ji bo tu cihê çalakiyê bibînî vê derê bitikîne. Çalakî belaş e.