Soylû û Akar ji bo “Gare”yê serdana Kiliçdaroglû û Akşenerê kirine
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî û Hûlûsî Akar, Wezîrê Berevaniya Neteweyî serdana Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê CHPyê û Meral Akşener, Seroka Giştî a İYİ Partiyê kirine û derbarê operasyona Gareyê de zanyarî dane.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî û Hûlûsî Akar, Wezîrê Berevaniya Neteweyî bi awayekî cûda serdana Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê Partiya Gel a Komarî(CHP) û Meral Akşener, Seroka Giştî a İYİ Partiyê kirine.
Serdana Soylû û Akar ya bi Kiliçdaroglûyî re 50 xulekan dewam kiriye. Serdan li parlamentoyê pêk hatiye. Soylû û Akar derbarê operasyona Garê ku li Bakurê İraqê pêk hatibû û dîl girtin û kuştina 13 karmendên îstiqbaratê, leşker û polîsan de zanyarî bi Kiliçdaroglûyî re parve kirine.
Wezîr Soylû û Akar li Navenda Giştî a İYİ Partiyê serdana Akşenerê kirine. Hevdîtin nêzîkî saetek dewam kiriye. (DŞ/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.