Komên cîhadîst yên bi serkêşiya Heyet-i Tehrîr’uş Şam (HTŞ) û endamên girêdayî Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) ku Tirkiye piştgirîya wan dike, piştî Hema û Helebê berbi Humusê ve diçin. Humus sêyemîn mezintirîn bajarê Sûriyeyê ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, HTŞ-SMOyê piştî ku navenda navçeyên Rastan û Telbise bi dest xist, ketine Taxa Vaerê a li rojavayê navenda bajêr ê. Her weha berbi navendê bipêş dikevin.
Malbenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, îdia kiriye ku artêşa Sûriyê û hevalbendên wê bajarê Humusê bi temamî vala kirine û li ser rêya Humus-Laziqiyê bi cih bûne.
HTŞ û SMOyê navenda bajarê Hemayê girtin
HTŞ û SMOyê di 27ê Mijdarê de êrîşên bi navê Rad'ul Udvan li bejahiya rojavayê Helebê û başûrê Idlibê li dijî artêşa Sûriyeyê dan dest pê kirin. Di nava hefteyekê de qadekî zêdetirî 8,000 kîlometre çargoşe bi dest xistibûn. Di 30ê Mijdarê de navenda bajarê Helebê, balafirxaneya navneteweyî û navendên leşkerî yên girîng ên herêmê ketin bin kontrola komên çekdar. Di 5ê Kanûna Pêşiyê de jî navenda bajarê Hamayê, balafirgeha leşkerî û tesîsên girîng ketin bin kontrola komên çekdar.
Humus ji bo Sûriyeyê malbenda aboriyê ye
Bajarê Humusê deriyek stratejîk û girîng e ku ji bo paytext Şamê. Humus ji ber cihê xwe yê cografîk, nêzîkbûna li çavkaniyên enerjiyê û avantajên lojîstîkî, wekî bajarekî navendî ya welat derdikeve pêş.
Humus piştî Heleb û Şamê yek ji girîngtirîn bajarên welêt e û wek "paytexta çandî" tê naskirin. Şopên gelek şaristaniyên wekî Roma, Bîzans, Emewiyan, Ebasiyan û Osmaniyan li xwe digire.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Humus ji ber cihê xwe yê cografîk, nêzîkbûna li çavkaniyên enerjiyê û avantajên lojîstîk, li Sûriyeyê him ji aliyê siyaseta navxweyî û him jî ji aliyê hevsengiya navneteweyî ve cihekî wê yê krîtîk heye.
Humus, li navenda Sûriyeyê ye ku di warê veguhestin û lojîstîkî de ji bo bajarên wek Şam, Heleb û Laziqiyê deriyeke girîng e.
Humus, li ser rêya M5ê ye ku di warê bazirganî û tevgera leşkerî de xwedan avantajek stratejîk e û nêzîkî Bendera Laziqiyê ye ku li ber Deryaya Spî ye.
Boriyên gaza xwezayî û petrolê li derdora Humusê derbas dibin, ku dikeve ser riyên girîng ên bazirganî û leşkerî li bakur-başûr û rojhilat-rojavayê Sûriyê. Her weha ji ber wê jî di warê çavkaniyên enerjiyê de di cihekî stratejîk de ye.
(VC/AY)