Siya Şevê wê li Stenbolê û Amedê konseran li dar bixe
Siya Şevê 6ê Adarê wê li Cafe Yuri Gagarina Stenbolê û 13ê Adarê li Pirayeya Amedê derkeve ser dike û stranên xwe yên nû û yên kevn bistire.

Siya Şevê wê li Amed û Stenbolê du konseran li dar bixe. Konsera yekem 6ê Adarê wê li Cafe Yuri Gagarina Stenbolê pek were û wê saet di 21.30 deqîqeyan de dest pê bike.
Kom wê 13ê Adarê jî li Pirayeya Amedê derkeve ser dike û stranên xwe yên nû û yên kevn bistire.
Koma muzîkê Siya Şevê herî dawî albûmeke bi navê ‘Li Pey Siya Xwe’ belav kiribû. Kom wê li vê konserê stranên xwe yên kevn û nû bistire.
Siya Şevê, heya niha 4 albûmên bi Kurdî bi navê ‘Zeng’, ‘Pûç’, ‘Bêyom’ û ‘Li Pey Siya Xwe’ belav kirine.
Hêjayî gotinê ye ku endamên komê, Gokçe Selîm û Serhat Temel di lijneya kovara muzîkê Ziryabê de cih digirin. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.