Dîlber Karahana ku li Taşliçaya navçeya Agiriyê dijî û 105 salî ye diyar kir, ji ber ku ew xwarin û vexwarina siruştî dixwe, her roj di heman wextî da radizê û radibe û kar û şixul dike, loma Xwedê emrekî dirêj kiriye nesîbê wê.
Karahan li gundê Kagniliya ku 25 kîlomêtre dûrî navçeya Taşlicayê ye dijî di sala 1914an da hatiye dinyayê. Dîlber Karahan di sala 1934an da bi Muhîttîn Karahan ra zewicî ye 7 keçikên wan çêbûne.
Piştî wextan 5 keçikên wan wefat kirine û çend sal in jî mêrê Dîlberê miriye. Piştî ku herdu keçikên wê jî mêr kirine, Dîlber li gund tena serê xwe di maleke du ode û salonekê da dijî.
Ji herdu keçikên wê 25 neviyê Karahanê hene û heta nevîçirkên xwe jî dîtine.
Karahana temendirêja gund daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku guhên wê baş dibihîzin û heta roja îro tu nexweşiyeke wê ya cidî çênebûye.
Karahanê got ku wê hê gopal nedaye destê xwe û ji ber ku ew xwarin û vexwarina siruştî dixwe loma ev qas li ser xwe maye.
Karahanê got, "Min heta roja îro girîngî da xwarin û vexwarina siruştî. Min herî zêde gîha û nebat xwar û min xwarinên şirîn nexwar." û wiha dewam kir:
"Berê jiyan pir dijwar bû. Me gîha li patozê dida û dikir ka û kes. Me genim û ceh bi destê xwe ji hev safî dikir. Berê her kesî nikaribû nanê genim bixwara, wê demê nanê ceh hebû. Em bi nanê ceh mezin bûn. Min berê mih û çêlek didotin. Me pez û dewar derdixist zozanan û diçêrand û havîna xwe li zozanan derbas dikir. Me hêrî dişûşt û seba cihêzê bûkan dikir lihêf. Mezina gund ez im, ji min pîrtir û kaltir kes di gund da nemaye."
Karahanê got ku ew li gund tena serê xwe dijî, ji bo ku bêhna wê derkeve diçe mala cînaran û wiha dewam kir:
"Ez zivistanê diçim Aydinê mala qîza xwe, havînê jî têm Agiriyê. Jiyana tenê zehmet e. Ez bixwe karê xwe dikim, mala xwe paqij dikim, firaqên xwe dişûm. Xurekê xwe çêdikim. Wexta ku bêhna min teng dibe jî li gund digerim. Diçim mala cînaran. Jiyan wiha dewam dike."
(MB)
Çavkanî: İbrahim Atmaca |AA